Ti partiyeke Iraqî bi tena serê xwe nikare hikûmeta nû pêk bîne

Herî zêde Tevgera Sedir kursiyên Parlamentoya Iraqê bi dest xistine, lê ew jî nikare hikûmeta nû ava bike.

Hewlêr (K24) – Hejmara kursiyên Parlamentoya Iraqê 329 kursî ye. Herî zêde Tevgera Sedir kursî bi dest xistine, ku zêdetirî 70 kursî ye, lê belê ji bo pêkanîna hikûmetê hîn jî pêwîstiya wê bi gotûbêj û danûstandinên ligel aliyên din ên siyasî heye, bi taybetî ligel kutleya Teqedum û kutleyên Kurdistanî, ji wan herî diyar jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, ku herî zêde kursiyên aliyên Kurdistanî bi dest xistine.

Encamên destpêkê yên ne fermî hatin ragihandin û heta asteke bilind, serkeftiyên hilbijartinê diyar in ku kîjan partî û aliyên siyasî ne. Li Iraqê Tevgera Sedir yekem e û li Herêma Kurdistanê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, li ser bingeha vê pîvanê, PDK aliyê diyar û bi bandor a pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê dibe.

Çavdêrê siyasî Salih Umer diyar kir: “Welatiyên Kurdistanê bi piraniya dengan, baweriya xwe bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) anî, tiştê heta niha diyar e 33 kursiyên parlamentoyê yên PDKê hene, hemû aliyên din ên Kurd bi hev re, ji PDKê kêmtir kursî bi dest xistin, loma erkekî mezin dikeve ser stûyê wê, da ku di pêkanîna hikûmeta Iraqê de beşdar be.”

Li gor biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, kutleya herî mezin a li nav Parlamentoya Iraqê dikare hikûmetê pêk bîne, lê belê hejmara kursiyan wê yekê nîşan didin ku ti partiyeke siyasî ya Iraqê nekariye zêdetirî 165 kursî bi dest bixe, loma neçar in ku ji bo pêkanîna hikûmetê hevpeymaniyê bikin.

Pisporê yasayan Mihemed Şehab diyar kir; li gor yasayan divê zêdetir ji nîvê endamên parlamentoyê baweriyê bibexşînin hikûmeta nû, ji bo vê yekê jî ji kutleya herî mezin a parlametoyê tê xwestin ku hikûmetê pêk bîne, eger ew kutle nikaribe, ji kutleyeke din tê xwestin.”