Hunermend Devrîm Demîr: Qedexekirina hunerê kêmasiyeke mezin e

Parêzgariya Diyarbekirê strana "Tu kî yî" ya hunermend Devrîm Demîr qedexe kir.
Hunermend Devrîm Demîr
Hunermend Devrîm Demîr

Diyarbekir (K24) – Hunermend Devrîm Demîr li ser qedexekirina strana wê ya bi navê "Tu kî yî", ku ji aliyê Parêzgariya Diyarbekirê ve hat qedexekirin, diyar kir; qedexekirina hunerê ji bo welatekî kêmasiyeke gelek mezin e.

Îro li qada Îstasyonê ya Diyarbekirê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve mitîngek hat lidarxistin û hunermend Devrîm Demîr dê strana xwe ya "Tu kî yî" bigota, lê belê Parêzgariya Diyarbekirê bi hinceta ku ev stran li dijî dewlet û dozgeriyê ye, qedexe kir.

Devrîm Demîr li ser qedexekirina strana wê ya bi navê "Tu kî yî" ji K24ê re diyar kir ku ew li dijî vê biryarê ye û got: “Di sedsala bîst û yekemîn de eger hîn jî huner tê qedexekirin, hîn jî berhemên hunerî rastî bendan tên, ev ji bo welatekî, ji bo dewletekê kêmasiyeke gelek mezin e.”

Demîr destnîşan kir ku kombûna îro ya li Diyarbekirê ji bo azadiya jinan e û strana wê ya bi navê "Tu kî yî" jî, ji bo azadiya jinan hatiye gotin.

Hunermend Devrîm Demîr derbarê sedema vê biryarê de jî diyar kir; ji ber ku di stranê de tê gotin dewlet û dozgeriyê nas nakin, stran hatiye qedexekirin.