Kursiyên aliyên serkeftî yên hilbijatinan
Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên nepesendkirî yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ragihandin. Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir pêşwazî li encaman kir, lê grûp û mîlîşyayên Şîe encaman red dikin.
Serokê Komîsyonê Adnan Celîl şeva borî di konfiranseke rojnamevanî de got: “Komîsyonê vekolîna di 3681 navendên dengdanên de bi dawî kir û encamên wan li encamên pêşîn ên berê yên ragihandî zêde kir.”
Got jî: “Encam li ser malpera komîsyonê hatin weşandin, ew yên pêşîn in û alî dikarin wan tane bikin.”
Ji aliyekî din ve, Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir li Twittera xwe nivîsî: “Encamên komîsyonê, heger çi be jî, qebûl dikim. Ji me re eşkere bû ku bloka Sadir di hilbijartinan de û ji aliyê gel ve, ya herî mezin e.”
Got jî: “Em ê li tifaqên niştimanî, ne mezhebî û ne etnîkî bigerin.”
Li gor daxuyaniya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, encamên aliyan wiha wiha ne:
Sedir: 73 kursî
Kandîdên serbixwe: 38 kursî
Hevpeymaniya Teqedum: 35 kursî
PDK: 33 kursî
Hevpeymaniya Fetih: 16 kursî
Hevpeymaniya Kurdistanî: 16 kursî
Hevpeymaniya Azim: 12 kursî
Tevgera Îmtîdad: 9 kursî
Nifşê Nû: 9 kursî
Îşraqî Kanûn: 6 kursî
Hevpeymaniya Peymaniya Niştimanî: 5 kursî
Hepeymaniya Hêzên Dewletê: 5 kursî
Tesmîm: 4 kursî
Kotaya Kirîstiyanan: 5 kursî
Hevpeymaniya Cemahîruna: 3 kursî
Tevgera Hesim Lîlîslah: 1 kursî
Projeya Niştimanî: 2 kursî
Hevpeymaniya Nehic: 1 kursî
Hevpeymaniya Kombûna Xelkê Wasit: 1 kursî
Hevpeymaniya Erebên Kerkûkê: 1 kursî
Pêkhateya Feylî: 1 kursî
Cemahîrî Niştimanî: 1 kursî
Qadîmûn: 1 kursî
Hepeymaniya Hêviyên Niştimanî: 1 kursî
Pêkhateya Şebek: 1 kursî
Muntecî Niştimanî: 1 kursî
Pêkhateya Saîbe: 1 kursî
Tevgera Bîladî: 1 kursî
Mafan: 1 kursî
Pêkhateya Êzidî: 1 kursî
Îqtîdar: 1 kursî
Tevgera Furateyn: 1 kursî
Wefa û Taxyîr: 1 kursî
Bereya Tirkmenî: 1 kursî
Senedî Niştimanî: 1 kursî
Komela Dadgerî ya Kurdistanê: 1 kursî