Şivan Perwer û Zara Paşa stranekê ji bo Kurdistanê dibêjin

kurdistan24.net

Mosko (K24) – Her du hunermendên Kurd ên bi navûdeng Şivan Perwer û Zara Paşa, bi amadebûn û alîkariya Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê yekemîn dûeta Kurdî li Rûsya dikin klîp.

Dûrî warê bav û bapîrên xwe dijîn, lê deng û awazê wan ji bo heskirina welat, xem û azarên gelê wan e. Ev hawar û nalîna kûr a hunermendên Kurd Şivan Perwer û Zara Paşa di berhemên wan de zelaltir diyar dibe. Vê carê li ser çiyayên bilind ên Rûsya, yekemîn klîpa bi dûet tomar dikin. Îro ji bo Zara rojek taybet e, ji ber weke ew bi xwe dibêje; berhemeke bê hempa amade dikin. 

Derbarê vê klîpa nû de, hunermend Zara Paşa Mihoyan ji K24ê re got: “ Ez bi vê berhemê serbilind im ku ligel hunermendê mezin Şivan Perwer stranê dibêjim. Ew dengê min ê zarokatiyê ye, dengê gelê min e. Ev serbilindiyeke mezin e em bi hev re duetê dikin. Bi dîtina min, me stranek bêhempa ya bi navê ‘Welatê Min’ tomar kiriye. Ev stran behsa heskirina welat û nîştîman, heskirina gel û xemên kesan dike. Ez dixwazim bêjim, ciwaniya vê stranê di wê yekê de ye wê ligel gelên cûda jî heman hest hebe. Piştî me deng tomar kir, me biryar da vê stranê bikin klîp. Hêvîdar im bi dilê hemûyan be. Me karê wênegirtina vê klîpê li Çêrkêsya kiriye, ji ber ku xwezaya wê derê Kurdistanê tîne bîra min. Teksta vê stranê ji aliyê Tara Memedova hatiye nivîsandin û Yasîn Lêvî jî karê mûzîkê kiriye.

Şivan Perwer bi stran û sirûdên xwe yên nîştimanî, bi berdewamî gelê xwe ji bo xebatê pal dide. Niha jî bi vê berhemê, peyama wî heye.

Hunermend Şivan Perwer ji K24ê re got: “Hunermendên ku di nava gelê xwe de naskirî û hezkirî dema tiştekî çêdikin, divê xelk sûdê jê werbigirin. Em jî parek in ji vê dunyayê wek her milet û gelekî, xwedî kultur, edeb û rastî û dîroka xwe ne û em bi wê jî şanaz in, divê em jî wek her miletî, îdareya xwe çêbikin. Civak, gel, vê gavê bûye netewe, ne eşîrî, di vî warî de divê hunermend destên xwe bidin hev û xizmetê bikin û dawiyê li vê hesretê bînin.”

Sûdwergirtina ji çanda Kurdî û sêbera wê, xem û azara kûr a ji bo nîştîman, di nava stranên Kurdî yên Zara de derdikevin.

Hunermend Zara Paşa Mihoyan di vê derbarê de dibêje: “Em li kû derê bin, pêwîst e nîştîman li bîra me be. Ev demek dirêj bû min dixwest albûmekê bi zimanê Kurdî tomar bikim, vî erkî û vê deynê bidim malbat û gelê xwe. Ji ber ku ji 12 saliyê ve stranan dibêjim, xewna min a mezin ew bû bi zimanê dayîkê stranê bêjim. Ya giring ew e mirov stranê ji dil û bi rih bêje, nekû ji ber em Kurdin. Berî sê salan min strana yekemîn a bi Kurdî tomar kir û li tevahiya cîhanê destxweşî li min hat kirin. Bê gûman rexne jî li min hat kirin, bi taybet jî li ser awayê derbirîna peyvan. Mixabin çarenivîsa me wisa ye em li tevahiya cîhanê belav bûne. Lewra awayê derbirîna me cûda ye.”

Mîrzad Hacim got: “Ev du sal in li ser vê klîpê dixebitim. Min xwast girêdanekê di navbera Şivan Perwer û Zara de çêbikim. Zara di Rûsya û cîhanê de bi navûdeng e. Di amadekaryan de gelekî tengasî ji ber rewşa Covid-19 hebûn. Şivan Perewer li Almanya, Zara li Mosko û mûzîkjen li Stenbolê ne. Spasiya Kurdistan24ê dikim ku piştevaniya me kir.”

Strana Welatê Min, dûeta yekemîn a hunermend Şivan Perwer û Zara Paşa ye. Ev stran hest û hejaneke kûr a ji bo Kurd û Kurdistanê ye. Klîp li ser çiyayên Qefqas ên Rûsya, bi amadebûn û alîkariya Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê karê wênegirtin jê re tê kirin û di demek nêzîk de tê belavkirin.