Bi hejmar.. Her partiyekê çend deng di hilbijartinan de wergirtin?

Ji 10 kandîdên ku herî zêde deng li ser astê Iraqê stendine, 6 jê kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Encamên dawîn ên hilbijartinên giştî yên Iraqê hatin eşkere kirin. Li gorî encaman, ji 10 kandîdên ku herî zêde deng li ser astê Iraqê stendine, 6 jê kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn: 2 handîdên PDKê li Duhokê, 3 li Hewlêrê û 1 jî li Kerkûkê.

Hejmara giştî ya dengên ku partiyan wergirtine:

Partiya Demokrat a Kurdistanê: 772 hezar û 506 deng

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 407 hezar û 754 deng

Tevgera Nifşê Nû: 235 hezar û 264 deng

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 104 hezar 20 deng

Komela Dadgerê ya Kurdistanê (Komel): 64 hezar û 156 deng

Kursiyan her partiyekê:

Partiya Demokrat a Kurdistanê: 33 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 16 kursî

Tevgera Nifşê Nû: 9 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 4 kursî

Komela Dadgerê ya Kurdistanê (Komel): 1 kurdî