Peyama Serok Barzanî ji bo bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed

“Pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.”
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand: “Pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya salvegera jidayîkbûna Pêxemberê mezin, Hezretî Muhemed El-Mustefa (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaxkar in ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserî Iraq û navçeya me.

Ji Yazdanê mezin dixwazin di vê boneya pîroz de, deriyê xêr, bereket, xweşiyê û aştiyê di rûyê gelê Kurdistanê û gelên navçeyê de veke û aştî û aramiyê bi cîhan û navçeyê de bîne.