Peyama Serok Barzanî ji cemawerê PDKê li Şingal û parêzgeha Neynewayê re

Serok Barzanî: PDK ji bo bidawîanîna êş û azarên xelkê van navçeyan dixebite û wek her dem jî piştevan û parêzvana maf, jiyan û rûmeta we dimîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Neynewa û devera Şingalê, pîrozbahî li endam, alîgir û rêxistinên PDKê kir û ragihand, “PDK ji bo bidawîanîna êş û azarên xelkê van navçeyan dixebite û wek her dem jî piştevan û parêzvana maf, jiyan û rûmeta we dimîne.”

Serok Barzanî bi vê boneyê peyamek belav kir û tê de got: “Bi boneya serkeftina kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Neynewa û devera Şingalê, pîrozbahî li endam, alîgir û rêxistinên Liqê 17 û Liqê 14 yên PDKê dikim. Destxweşiya westiyabûn û pabendbûna we dikim ku bûne sedema serxistina PDKê di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê li vê deverê de.”

Serok Barzanî dibêje: “Herwiha spasî û pêzanîna min a taybet ji bo xweragiriya cemawerê Deşta Neynewa, devera Şingalê, xwişk û birayên Êzidî û pêkhateyên din heye ku bersiva helwest û qurbanîdana PDKê dane û peyameke zelal û aşkere dan hemû aliyan ku ew kê dixwazin û çi dixwazin.

Serok Barzanî got: “Ez we piştrast dikim ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo bidawîanîna êş û karesatên nîştecihên van deveran dixebite û dê wek her dem piştevan û parêzvana maf, jiyan û rûmeta we bimîne.”