Komîteya Destûra Sûriyê bo cara şeşem li Cenêvê dicive

Îro li Cenêvê gera Şeşemîn a Komîteya biçûk a Komîteya Destûra Sûriyê birêve biçe
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li Cenêvê gera Şeşemîn a Komîteya biçûk a Komîteya Destûra Sûriyê bi amadebûna aliyên Şandeyê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê û şandeyên rêjîm, opozîsyon û civaka sivîl ên Sûriyê birêve biçe.

Komîteya Destûra Sûriyê ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve ji nûnerên opozîsyon û rejîmê hatiya avakirin, piştî çend mehan ji astengkirina karê wê, vedigere dîsa îro li bajarê Cenevê yê Swîsreyê dicive.

Ev komîte, îro Duşemê xebata gera şeşemîn piştî rawestandina çend mehan dest pê dike, di demekê de ku gera pêncemîn a civînên vê komîteyê di Çileya borî de hate li dar xistin û bêencam bi dawî bûn.

Ji bo destpêkirina vê gerê, duhî civîneke amadekariyê ji bo vê gera li navenda Neteweyên Yekgirtî li Cenevê hat kirin, tê de hevserokên komîteyê (Hadî Behra yê aliyê opozîsyonê û Ehmed Kizberî yê aliyê rêjîmê) û Pedersen amade bûn.

Di wê çarçoveyê de, rojnameya El-Watan a girêdayî rejîmê duhî ragihand, Pedersen berê pêşniyarek ji şandeyên beşdar re şandiye ku deqên her çar perensîbên destûrê werin nîqaşkirin.

Diyar kir jî: “Hatiye lihevkirin ku rojê deqa perensîbeke destûrê were gengeşekirin. Roja dawiyê jî xalên li ser hatine lihevkirin û xalên nakok werin gengeşekirin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebde ragihand, “Rêbaza nû ya Pedersen pêşkêş kiriye, me li ser wê li hev kiriye.” Got jî: “Ev rêbaza nû, hewlek e ji bo ji qonaxa gengeşekirinê derbasî qonaxa dariştinê bibin.”

Desteya Biçûk a Komîteya Destûrê ku 45 endaman pêk tê, 15 nûnerên rêjîmê, 15 nûnerên opozîsyonê û 15 nûnerên civaka sivîl, heta niha 5 gerên danûstandinan li Cenêvê di bin serperiştiya navdewletî kirine, lê ti gavên cidî nehatine avêtin.

Ji aliyekî din ve, endamê komîteyê yê ji ber civaka sivîl ve Silêman El-Qirfan ji rojnameyeke Erebî re ragihand, “Gera şeşem dê ji yên berê ne cudatir be, ji ber ku lihevkirineke rasteqîn û piştgiriya dewletên pêwendîdar bi dosyaya Sûriyê tune ye.”