Hêzeke mezin li nava Bexdayê hat belavkirin

Hejmarek ji grûpên çekdar û mîlîşyayên Şîe encamên hilbijartinê red dikin û banga xwepêşandanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber gefên çekdarên mîlîşyayên Şîe, hêzeke mezin a ewlehî û leşkerî li kolanên Bexdayê hatiye belavkirin.

Jêderekî ewlehî ragihand, ji ber gefên alîgirên Hevpeymaniya Fetih û çekdarên Şîe yên destpêkirina xwepêşandanan, hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê li Baxdayê û derdora navçeya Kesek hatine belavkirin.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê, Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî tenê 17 kursî di Parlamentoya Iraqê de bi dest xistine.

Piştî ragihandina encaman, hejmarek ji grûpên çekdar û mîlîşyayên Şîe encamên hilbijartinê red dikin, ji ber vê jî rewşa ewlehiyê li Bexdayê aloz bûye û hêzên ewlehiyê jî ketine rewşa amadehiyê.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Ketîbeyên Hizbullah ê Iraqê Ebû Elî El-Askerî, ji ber encamên hilbijartinên pêşwext, daxwaza dadgehkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

El-Askerî got: Kazimî xiyanetiya mezin kiriye. Divê em di zûtirîn dem de em bixebitin da ku mafên dengderan û kandîdan wan vegerînin, yan jî dê encamên xirab derkevin.”