Piştî bûyerên Beyrûtê Nasralla hejmara çekdarên xwe aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bûyerên Beyrûtê, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanî Hesen Nasralla, hejmara çekdarên xwe yên perwerdekirî eşkere kir.

Nasralla piştî bûyerên vê dawiyê yên Beyrûtê di gotareke telfizyonî de ragihand, tenê peykersaziya leşkerî ya Hizbullah 100 hezar çekdarên perwerdekirî ne.

Nasralla got jî: “Ev hejmar, ji bilî alîgir partiyê û hevalbendên me yên di Tevgera Amal û hevalbendên din de ye, herwiha ji bilî rêxistin û sendîkayên karker û pîşesaziyên azad û rêxistinên jinan.”

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanî destnîşan kir: “Ez van gotinan dikim, ji bo rê li ber şerekî navxweyî bigirim, ne ku gefê li kesekî dixwim.”

Herwiha destnîşan kir: “Me ev hejmara ji çekdaran amade kirine, ji bo pê rûmet û serweriya welatê xwe biparêzin, ne ji bo şerekî navxweyî.”

Ev gotinên Nasralla piştî wê tên, roja 14ê Cotmehê dema alîgirên Hizbullah û Tevgera Amel li dijî Dadgerê Lêpirsîna Teqîna Beyrûtê xwe pêşan didan, pevçûn û alozî derket û 7 kes hatin kuştin.

Çend roj berê, Nasrallah dengê xwe li dijî Dadwerê Lêpirsînê yê teqîna bendera Beyrûtê bilind kir, ew bi karê “di xizmeta armancên siyasî de” tawanbar kir û daxwaza erkdarkirina dadwerekî din li şûna wî kir.