Bikaranîna maskan li zanîngeheke Kurdistanê dibe bi neçarî
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi bilindbûna rêjeya pêketiyên Koronayê re, Rêveberiya Zanîngeha Raparîn li bajarê Ranya, xwendekar xwe neçar bike ku maskên parastinê bi kar bînin.
Serokatiya Zanîngehê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber bilindbûna rêjeya pêketiyan li devera Raperînê û ji bo parastina selamtiyê, divê hemû xwendekar, mamoste û karmend maskan bi kar bînin.
Serokatiya Zanîngehê tekez kir, her mamoste, xwendekar yan karmendek mask bi kar neyîne, dê nikarebe derbasî nava zanîngehê û holên xwendinê bibe.
Ev di demekê de ye, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Raperînê Dr. Diyar Îbrahîm ji K24ê re ragihandibû, hejmara pêketiyên Koronayê li Raperîn zêde bûye û ji %70 encamên testan erênî derdikevin.
Dr. Diyar Îbrahîm destnîşan kir jî, hemû pêketiyên Koronayê yên li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkî de ne, vaksîna li dijî Koronayê wernegirtine.