Li Silêmaniyê rewşa tendirustiyê ber bi qonaxeke metirsîdar diçe

Pêleke din a pêketina bi vîrusa Koronayê (Covid-19) careke din li Silêmaniyê dest pê kiriye.

Silêmanî (K24) – Pêleke din a pêketina bi vîrusa Koronayê (Covid-19) careke din li Silêmaniyê dest pê kiriye û nexweşxaneyên Koronayê bi pêketiyên vîrusê tijî bûne.

Serperiştyarê Têkoşîna dijî Koronayê Dr. Hêriş Heyder ragihand ku tendirustiya piraniya pêketiyên niha yên li Silêmaniyê nebaş e û nexweşxane tenê wan kesan werdigrin ku rewşa tendirustiya wan xirab e.

Xirabiya rewşa tendirustiya Silêmaniyê di demekê de ye ku weke Rêveberê Nexweşxaneya Tahir Elî Walî Beg, Azad Hewramî dibêje; ev pêla nû ya Koronayê bi pêleke petaya payîzê têkel bûye, loma divê welatî bêhtir girîngî bi rêkarên xweparêziyê bidin.

Rewşa tendirustiya Silêmaniyê ber bi qonaxeke metirsîdar diçe, bijîşkên Silêmaniyê nîgeraniya xwe venaşêrin, ku eger xelk dest ji xweparastinê berdin, dê pêleke din a metirsîdar derkeve holê.