Li Şamê di 2 teqînan de 13 kes hatin kuştin

2 bombe bi otobuseke artêşa Sûriyê de hatin teqandin
Wêne: SANA
Wêne: SANA

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şama paytexta Sûriyê 2 bombe hatin teqandin û di encamê 13 kes hatin kuştin.

Ajansa “SANA” ya fermî ya Sûriyê belav kir, îro dema otobusa artêşê li ser Pira Serokomar li Şamê derbas dibû, 2 bombe pê de hatin teqandin û di encamê de 13 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Wê ajansê diyar kir jî, hêzên Endezyariya Leşkerî bombeyeke sêyemîn jî ku li cihê teqînê hatibû çandin, pûç kir.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, birînên hin birîndaran giran e û eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.