Berhemên xwemalî yên Germiyanê di festîvalekê de tên pêşandan

Îro Hefteya Bazara Berhemên Xwemalî li devera Germiyan dest pê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Hefteya Bazara Berhemên Xwemalî li devera Germiyan birêve diçe û cotkarên wê deverê berhemên xwe tê de pêşan didin.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, cotkarên devera Germiyanê îro berhemên xwe li bajarê Kelarê di Hefteya Barzara Xwemalî de pêşan didin.

Peyamnêrê me diyar kir, di nava berhmên cotkaran de bi awayekî zêde xurme û leymûn ku li wê deverê tên berhemanîn, tên pêşandan.

Cotkarekî wê deverê ji K24ê re tekez kir, hemû berhmên ku di hefteyê de tên pêşandan, berhemên xwemalî ne.

Wî cotkarî destnîşan kir jî, di vê çalakiyê de hunguva xwezayî ya devera Germiyanê jî tê pêşandan û nirxê her kîloyekê 40 hezar Dînar e.

Hefteya Bazara Berhemên Xwemalî li Germiyan