Wezareta Pêşmerge hişyariyê dide

Emîd Osman Mihemed dibêje: Di vê demê de pêwîst e hemû alî hişyar bin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge hişyariyê dide û radigihîne, DAIŞ li bendê ye bi sedema xwepêşandên li naverast û başûrê Iraqê rewş têk bike û DAIŞê sûdê jê werbigire û êrîşên xwe zêde bike.

Rêveberê Ragihand û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Emîd Osman Mihemed ji K24ê re ragihand, “DAIŞ bi temamî têk neçûye, ew niha di qonaxeke lawaz de ye, ew niha li bendê ye ku bi sedema xwepêşandên li naverast û başûrê Iraqê rewş têk bike û êrîşên xwe zêde bike.”

Emîd Osman Mihemed got jî: “Di vê demê de pêwîst e hemû alî hişyar bin. Niha metirsiyên DAIŞê ji dema berê ne kêmtir in.”

Ev hişyariya Wezareta Pêşmerge di demekê de ye, Piştî ragihandina encaman, hejmarek ji grûpên çekdar û mîlîşyayên Şîe encamên hilbijartinê red dikin, ji ber vê jî duhî li Bexdayê xwe pêşan dan.