Wezîrê Perwerdeyê: Bi piştevaniya Serokwezîr xwendekarên me serkeftî bûn

"Serokwezîr Mesrûr Barzanî rijd bû li ser wê yekê ku divê bi beşdariya xwendekarên Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû û Şingalê, merasîma xwendekarên serkeftî birêve biçe."

Hewlêr (K24) – Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd di merasîma xelatkirina xwendekarên serkeftî yên pola 12 ya amadehî de ragihand: “Ez spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikim, ji ber ku rijd bû li ser wê yekê ku divê bi beşdariya xwendekarên Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû û Şingalê, merasîma xwendekarên serkeftî birêve biçe.”

Alan Hemeseîd diyar kir: “Em pîrozbahî li xwendekarên yekem û duyem û sêyem û hemû xwendekaran dikin, ku serkeftî bûn û karîn qonaxa 12 ya amadehiyê derbas bikin. Em hêvî dikin ku xelkhez û xakhez bibin, bi saya we Kurdistan avedan dibe û siberojeke geş bi dest bixin.”

Hemeseîd destnîşan kir: “Ez spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikim, ku rijd bû li ser wê yekê ku divê bi beşdariya xwendekarên Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû û Şingalê, merasîma xelatkirina xwendekarên serkeftî birêve biçe.”

Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwendekarên yekem û duyem ên qonaxa 12 ya amadehiyê xelat kir, ku li ser asta Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, pileya bilind bi dest xistin.