Li Wanê erdhej çêbû

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.1 pileya rîxterê erdhej çêbû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.1 pileya rîxterê erdhej çêbû.

Li navçeya Tûşba ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû. Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Rêveberiya Rewşa Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê eşkere kir ku vê êvarê demjimêr 6:05 li Tûşbayê bi hêza 4.1 pileya rîxterê erdhejek çêbû.

Li gor zanyariyên ku AFADê belav kirine, erdhej bi kûrahiya 7.2 kîlometre pêk hatiye û herwiha li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.