Şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Îtalyayê kir
Hewlêr (K24) – Şanda Lijneya Ewqaf û Karûbarên Olî ya Parlamentoya Kurdistanê li ser vexwendineke fermî, serdana welatê Îtalyayê kir.
Biryarderê Lijneya Ewqaf û Karûbarên Olî ya Parlamentoya Kurdistanê Weysî Seîd ji K24ê re ragihand; li Romaya paytexta Îtalyayê çendîn hevdîtin û civîn ligel Şandeyê Taybet ê Serokê Encûmena Wezîran a Îtalyayê yê ji bo Pêkvejiyan û Têkoşîna dijî Regezperestî û Şandeyê Wezareta Derve ya Îtalyayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn a Mezin encam dan.
Weysî Seîd diyar kir ku di rûniştinan de behsa rewşa pêkvejiyan û fire olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, ku bûye nasname û kulturek di dîroka xelkê Kurdistanê de û faktora berdewambûna jiyanê di navbera pêkhateyan de.
Herwiha behsa rola çalak a Parlamentoya Kurdistanê di bercestekirina fikra pêkvejiyana aştiyane de hatiye kirin, bi taybetî bi wan yasa û biryarên ku pesend kirin û girêdayî parastina mafên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ne.
Di beşeke din a rûniştinan de behsa girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku li ser bingeha parastin û bihêzkirina pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê dixebite.