"Destana Pirdê nîşan da Pêşmerge hêzeke polayî ye"

Çar sal di ser tomarkirina serwerî û qehremaniya Pêşmerge ya destana Pirdê re derbas dibin.

Hewlêr (K24) – Çar sal di ser tomarkirina serwerî û qehremaniya Pêşmerge ya destana Pirdê re derbas dibin.

Awareyekî bajarê Kerkûkê di salvegera şerê Pirdê de diyar dike; eger tiştê li Pirdê hate kirin li Kerkûkê bihata kirin, niha rewş bi vî awayî nedibû.

Herwiha destnîşan dike ku xiyanetê Kerkûk xiste vê derdê, egerna Pêşmerge ji dinyayê re nîşan da ku hêzeke polayî ye ji bo parastina Kurdistanê.

Mamosteyê zanîngehê Rêbîn Selam eşkere kir ku livandina hêz li hember Herêma Kurdistanê di bûyerên Kerkûkê de û di rojên paş de, bi awayekî eşkere binpêkirina madeya 9 a destûra Iraqê ye.

Rêbîn Selam diyar kir; piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û piştî dayîna Kerkûk û piraniya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji milîsên Heşda Şeibî re ji aliyê komeke xiyanetkar ve, milîsên çekdar hewl dan pêşve biçin û Herêma Kurdistanê jî dagir bikin, lê belê hêzên Pêşmerge li Pirdê, Sihêla, Mexmûr û Mehmûdiye, rûbirûyî dagirkeran bûn û êrîşên wan têk birin.