Fazil Mîranî: Eger em bi hev re neçin Bexdayê em ê zirar bikin

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê serdana hejmarek aliyên siyasî kir.

Hewlêr (K24) – Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê serdana hejmarek aliyên siyasî kir. Armanca PDKê ew e ku aliyên Kurdistanî şandekê pêk bînin û ligel aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêjan bikin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand: “Eger em bi hev re neçin Bexdayê, em ê zirar bikin.

Fazil Mîranî diyar kir ku postê Serokomarî û Parêzgariya Kerkûkê du mijar in ku PDK dixwaze di navxweya Kurdistanê de rêkeftin li ser were kirin, ji ber ku PDK di wê baweriyê de ye ku nabe ew her du post bibe malê tenê partiyekê.

Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadir ragihand: “Em vê pêngava PDKê girîng dibînin, ev çar salên bê girîng in, beriya niha Kurd li Bexdayê yekrêz nebûn, loma pêwîstiya me bi yekrêziya siyasî û bernameya siyasî ya hevbeş heye.”