Barcelona yekem serkeftina di werzê nû yê Champions League de tomar kir

Gerard Pique - Barcelona
Gerard Pique - Barcelona

Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera sêyem a Champions League de Barcelona yekem serkeftina xwe tomar kir û Manchester United ji paşketina xwe ya bi du golan li hember Atalanta zivirî û bi ser ket.

Di gera sêyem a Champions League de, di koma (E) de Barcelona mêvandariya Dynamo Kiev a Ukraynî kir û bi encama (1- 0) bi ser ket.

Gola tekane ya Barcelona di xuleka (36) de bi riya Gerard Pique hat tomar kirin.

Piştî du têkçûnan, ev yekem serkeftina Barcelona di werzê nû yê Champions League de ye. Barcelona bi vê serketinê (3) puan wergirtin û ket rêza sêyem a komê.

Di lîstikeke din de, tîma MAN United şeva borî mêvandariya Atalanta a ÎTALî kir û bi encama (3 – 2) bi ser ket.

Destpêkê tîma mêvan Atlanta du got di xuleka (15 û 29) bi riya Mario Pasalic û Merih Demiral tomar kirin. Lê MAN United di nîvê duyem de vegeriya û sê golê li ser hev tomar kirin. Golê MAN United di xulekên (53, 75 û 81) bi riya Marcus Rashford, Harry Maguire û Cristiano Ronaldo hatin.

Bi vê serkeftinê MAN United punanên xwe kirin (7) wek pêşenga Koma F ma. Li hemberê Atlanta bi (4) punanan di rêza sêyem a komê de cih girt.