Lîreyê Tirkiyê di dîroka xwe de hate asta herî kêm

Dolar di nava 3 salan de li dijî lîre nirxê xwe ji sedî 91 zêde kir.

Stenbol (K24) – Ewrên reştarî yên li ser Lîreyê Tirkiyê berdewam dikin. Dolar di nava 3 salan de li dijî lîre nirxê xwe ji sedî 91 zêde kir. Lîreyê Tirkiyê kete nava lîsteya 5 pereyên cîhanê yên herî qesl û lawaz. Bilindbûna dolar û enflasyonê metirsiya li ser lîre zêde dike û piraniya portfoy û veberhênan ji Tirkiyê û lîre direvin ji ber ku bawerî û îstiqrar nemaye di aboriyê de.  

Lîreyê Tirkiyê kete nava lîga pereyên herî kêmnirx û ketî. Lîreyê Tirkiyê ji pezo jî yanî pereyê Arjantîna ku bi salan e lê qeyrana aborî heye nirxê xwe kêmtir kir. Li gorî pisporan piştî pergala serokatiyê ji sala 2018an ve lîre bê navber nirxê xwe kêm dike. Bi boçûna şîrovekaran, Tirkiyeya ku di warê aborî de dîmeneke bê îstîkrar daye, ji dam û dezgehên navdewletî yên dereceya krêdiyê diyar dikin jî noteke negatîf wergirtiye û dolar jî li dijî lîreyê Tirkiyê di nava 3 salan de ji sedî 91 nirxê xwe zêde kiriye. 2 hefte berê piştî Bankaya Navendî ya Tirkiyê 100 baz faîz kêm kir û asta faîzê ji 19an daxiste 18an dolar çû ser 9.33an Lîreyê Tirkiyê. Li gorî pispor Reşat Yılmaz eger siya siyasî ya desthilatê ji ser Bankaya Navendî ranebe wê nirxê lîre hê kêmtir dolar jî zêdetir bibe.

Pisporê Bazarê Reşat Yilmaz ji K24ê re got: “Serê kêliyekê gûherîna serok û rêvberên Bankaya Navendî, rewşa faîzan û enflasyonê dike ku herkes ji Tirkiyê û lîre bireve. Bawerî nemaya li bazara Tirkiyê. Pêdivî bi çîrokeke nû heye li vî welatî. Lîre her diçe dihele û namîne. Dinyayê desthilata siyasî û rêveberiya aboriyê ji hev cûda kiriye li Tirkiyê jî divê ev yek hebe”

Li gorî lîsteya kovara herî bi prestîj ya cîhanê The Economîstê Lîreyê Tirkiyê di nava 5 pereyên cîhanê ku xwedî qeweta herî kêm ya kirînê ne cih digire. Di serê lîsteya kovarê de Rubleyê Rûsyayê heye. Lîreyê Tirkiyê li beramberî Ruble ji sedî 24,6, li heber Yenê Çînê ji sedî 22,1, Dolarê Tayvanê ji sedî 21,45 û rûpiyê Endonezyayê jî ji sedî 18,95 nirxê xwe kêm kir. Li gorî stratejisyenan lîreyê Tirkiyê ketiye rewşeke wisa ku li hember welatê herî xîzan yê cîhanê pereyê Gîneyê yanî Frankê Gînêyê jî ji sedî 25,3 nirxê xwe kêm kiriye. Welatî jî ji vê rûdanê nedilxweş in û metirsiya wan jî ya li hember lîreyê Tirkiyê her zêde dibe.

Welatî Kemalettîn Aydogdu dibêje: “Kes dizane gelo rewşa welatiyan li çi hal e? Nanekî bi yek lîreyan bûye 2 lîre û nîv. Faîz û eflasyon asta ku hatin e diyar e. Kîloya goşt bûye 100 û 120 lîre. Tû hêviyek nîn e ji aboriya Tirkiyê.”

Li gorî analîzên stratejîstan ji bo ku di vê serdema pandemiyê de aboriya zindî bihêlin welatên pêşketî pereyekî zêde tevlî bazarê dikin. Ev jî bandoreke mezin li ser lîreyê Tirkiyê dike ku li aliyekî metirsiya hilewesan yanî enflasyonê li serê heye. Dîsa bi boçûna şarezayên mijarê, kêmbûna faîzan û bilindbûna asta enflasyonê ya i Tirkiyê dibe sedem ku porfoy û veberhênan ji Lîreyê Tirkihyê dûr bilkevin. Ev jî wê di demên pêş debêhtir bibe sedem ku lîre qels û lawaztir bibe li hember dolar û pereyên din yê cîhanê. Herî dawîn ji ber reşwa nebaş ya lîre û aboriya Tirkiyê ku metirsiyek li serê peyda bûye, Komeleya Karsazên Pişesaziya Tirkiyê TUSÎADê banga serbixwebûna Bankaya Navdendî kir.