Li Tirkiyê 15 sîxûrên “Mossad” hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya 200 endamên Hewalgirtiya Tirkiyê, roja 7ê Cotmehê operasyonek nehênî hat encamdan û 15 sîxûrên Mossadê hatin girtin.

Li gor rojnameya Sabah a nêzî hikûmeta Tirkiyê, her 15 sîxûrê Mossadê ji salekê ve dihatin şopandin. Hemû sîxûrên hatine girtin bi eslê xwe Ereb in.

Hat ragihandin, wê tîma sîxûran zanyarî li ser welatiyên Tirkiyê, xwendekarên biyanî, sazî û rêxistinên li Tirkiyê kom dikirin. Herwiha zanyarî li ser wê yekê kom dikirin ku Tirkiye çawa alîkariya Filistîniyan dike.

Berî çend rojan jî li Stenbol û Antalyayê, 6 welatiyên Rûs û Ozbekî bi sixûrîkirina ji bo Rûsya hatibûn girtin.

Roja 13ê Cotmehê jî li bajarê Wanê 2 jê Îranî, 8 sîxûrên Îranê ji aliyê Hewalgiriya Tirkiyê ve hatibûn girtin.

Heta niha dezgehên fermî yên Tirkiyê girtina 15 sîxûrên Mossadê bi fermî ranegihandine.