Li Dêrsimê şer di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKê de derket

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di çarçoveya "Operasyona Eren-7" a Dêrsimê de di navbera endamên PKK û leşkeran de pevçûn derket.

Li gorî daxuyaniyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di şer û pevûnan de cendirmeyek bi giranî birîndar bû û bi helîkopterê ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erxeniyê hate veguhastin.

Hat diyarkirin, di şerê ku bi piştgiriya asmanî berdewam dike de, 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.