Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swêdê kir

"Pesnê alîkariyên Swêdê yên ji bo Herêma Kurdistanê da."

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 21ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê nû yê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Swêdê kir, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke ji bo serkeftina erkê wî dûpat kir, herwiha pesnê alîkariyên Swêdê yên ji bo Herêma Kurdistanê da.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Swêdê behsa girîngîdana welatê xwe ya bi peywendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de kir bi taybetî jî handana kompanyayên Swêdî ya ji bo veberhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hemû amadehiyeke Herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya veberhênana Swêdî derbirî, herwiha bi kurtî derbarê yasaya hilbijartinê li Iraqê û proseya dengdan û encamên wê xiste rû. Di vî derbarî de spasî alîkariya UNAMI, Yekîtiya Ewropayê û hevbeşên navdewletî ya li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê kir.

Pêşxistina peywendiyan, nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, bandorên guhertina keşûhewa ya bi taybetî li ser Iraqê, kar û çalakiyên nûnerayetiya Hikûmeta Herêmê û revenda Kurdistanî li Swêdê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.