Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 501 kes li Hewlêrê, 205 kes li Silêmaniyê, 240 kes li Duhokê, 44 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê  û 63 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1313 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 400 kes li Hewlêrê, 518 kes li Silêmaniyê, 287 kes li Duhokê, 40 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 42 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 353905

Mirin: 6216

Başbûn: 330640

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.