Murat Aba: Tirkiye ji bo Kurd mafên xwe bi dest nexin xwe ji pîvanên demokrasiyê dûr dixe

Yekîtiya Ewropayê rapora 2020an a li ser dewletên ku namzetê endamtiyê ne ragihand.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Yekîtiya Ewropayê rapora 2020an a li ser dewletên ku namzetê endamtiyê ne ragihand. Di rapora ku li ser Tirkiyeyê hatiye ragihandin de bal tê kişandin ku hem li navxweyî, hem jî di polîtîqayên xwe yên bi derve re, Tirkiye maf û peymanan binpê dike û ev jî dibe sedema têkçûna aramiya Tirkiye û heremê.

Mafnas û hiqûqnasan rapora YE ya li ser Tirkiyê ji bo Kurdistan24 nirxandin û balê kişandin ku binpêkirinên mafên mirovî li Tirkiyê, di hemû warî de, di asteke metirsîdar de ye û serxwebûna darazê nemaye, ew rastî jî di rapora YE’yê de cih girtiye. Bal hat kişandin ku ji çareserkirina kêşeya Kurd dûrketin, dibe sedem ku ewil demokrasî têk biçe û piştre jî, qeyranên civakî û siyasî û aborî kûr bibin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren jî bal kişand ku wek hiqûqnas û mafnas, ew wan binpêkirinan hem dijîn, hem jî şahîdiya wan dikin û ev rapora ku hatiye ragihandin jî, rastiya li Tirkiyeyê careke din şêmber dike.

Nahît Eren ji K24ê re diyar kir: “Rapora dawî ku li ser Tirkiyê hatiye ragihandin, raporeke ku behsa xweşiyan û pêşketinan dike nîne. Bi taybetî têkçûna demokrasiyê, bi guherîna rejîmê re, têkçûna rola parlamentoyê, bi her awayî zêdebûna binpêkirinên mafên mirovî û nemayîna serxwebûna darazê û dîsa nemana serdestiya hiqûqê wek tespît in. Îro bi hezaran karmend, bêyî ku biryareke hiqûqî hebe, ji karên xwe hatine derxistin, civak nikare mafên xwe yên demokratîk pêk bîne û daraz û dadwerî ketine bin nîrê siyasetê. Ji aliyê din ve 2 biryarên Dadgeha Mafên Mirovan yên derheqê Osman Kavala û Selahatîn Demirtaş de hatine binpêkirin. Helwest û rewşa li Tirkiyê ber başiyê ve naçe û wiha bidome, dê rewş gelek xirabtir jî bibe.”

Balyozên 10 dewletên cuda yên li Ewropa û Amerîkayê ku li Tirkiyeyê kar dikin jî bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ku Tirkiye her diçe, ji pîvanên demokrasî û serdestiya hiqûqê dûr dikeve.

Nûnerê Saziya Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê THÎVê yê Diyarbekirê Murat Aba jî  ragihand ku Tirkiye, ji bo ku Kurd jê sûd wernegirin, hemû pîvanên demokrasî û hîqûqê ji holê radike, ew helwesta Tirkiyê jî dibe sedem ku Tirkiye ji pîvanên demokrasî û hiqûqê dûr bikeve û bikeve nav qeyranên siyasî, civakî û aborî.

Murat Aba diyar kir: “Ji tirsa ku dê Kurd jê tiştekî bidestve bibin, Tirkiye xwe paşve dikşîne. Xwe ji Ewropa û pîvanên wê paşde dikşîne. Em dibînin ku di 25’ê Îlona 2017’an de, li başûr referandûmekî çêbû, Tirkiye jê ditirsiya. Nijadpersetî Tirkiyeyê dike nav hevsekî û loma jî nikare demokratîk bibe. Ji her gavê demokrasiyê ditirsa ku dê Kurd jê sûdekî werbigirin. Tirkiye jî dizane, pêwistiya Tirkiyeyê bi guherînê heye, lê tirsa ku dê Kurd maf bidest bixin, nikare wan gavên pêwîst biavêje. Loma jî nikare bi pêşbîniyeke xweşbîn jî bike.”

Rayedarên Tirkiyeyê jî hem li ser rapora YE, hem jî daxuyaniya 10 balyozên li Tirkiyeyê, ragihandin ku ew wan rexneyan di cih de nabînin û wek neheqî dibînin.