Biden: Em li cîhanê xwedî artêşa herî bihêz in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku Çîn û Rûsya di warê serbazî de pêngavên baş avêtine.
Joe Biden ragihand; Amerîka di dîroka cîhanê de artêşa herî bihêz e û divê Çîn û Rûsya vê yekê bizanin.
Biden destnîşan kir ku divê Çîn û Rûsya û hemû welatên cîhanê ber çavê wan zelal be ku Amerîka li cîhanê xwedî artêşa herî bihêz e.
Serokê Amerîkayê dibêje; pêwîst nake nîgeranî çêbibe ku ew bihêztir dibin, li şûna wê ew nîgeran in ku Çîn û Rûsya di çalakiyên xwe de lez bikin û rastî xeletiyeke mezin bibin.