Wezareta Pêşmerge: Hevpeymanan alîkariyên tendirustiyê pêşkêş kirin

"Alîkarî ji çend cûre çenteyên hawarçûnê yên bi şêwe û qebarên cuda pêk tên."

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; bi serperiştiya hêzên Hevpeymanan û amadebûna Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Bijîşkî û Rêveberê Depoyên Rêveberiya Giştî ya Mîrî alîkariya tendirustî bi ser lîwayên Pêşmerge hatin dabeşkirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku alîkarî ji çend cûre çenteyên hawarçûnê yên bi şêwe û qebarên cuda pêk tên, ku pêşmerge û yekeyên bijîşkî yên lîwayan dikarin di dema şer û her bûyereke nexwestî de sûdê ji kelûpelên di nav çenteyan de werbigrin.

Herwiha diyar kir ku alîkarî çend pêwîstiyên din ên bijîşkî li xwe digrin û alîkariyên ku hatin pêşkêşkirin, beşa yekem a alîkariyên tendirustiyê yên ji bo lîwayên Pêşmerge ye, ku ji aliyê Hevpeymanan ve hatine dabînkirin.

Wezaretê eşkere kir ku hefteya bê jî heman alîkarî dê bi ser hemû lîwayên din ên ser bi Wezareta Pêşmerge werin dabeşkirin, ji bo vê mebestê jî, artêşa Hevpeymanan ligel Rêveberiya Karûbarên Giştî yên Bijîşkî û Rêveberiya Giştî ya Mîrî di pêwendiya berdewam de ne, da ku di demeke nêz de her pêwîstiyek û kêmasiyên ku li nav hêzên Pêşmerge hebe, ji bo wan werin dabîn bikin.