Putin: Em ê navê Talîbanê ji lîsteya terorê derxînin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser rewşa Efxanistan û pêwendiyên wî yên ligel civaka navdewletî diyar kir; ew ji bo navê Tevgera Talîbanê ji lîsteya terorê derxînin, dixebite.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser rewşa Efxanistan û pêwendiyên wî yên ligel civaka navdewletî diyar kir; ew ji bo navê Tevgera Talîbanê ji lîsteya terorê derxînin, dixebite.

Vladimir Putin li korbenda Valaday ragihand; ji bo pêşvebirina rewşa navxwe ya Efxanistanê, Moskow ligel hikûmeta Talîbanê dê hemahengiyê bike.

Putin destnîşan kir ku ew li bendê ye, Talîban rewşa welatê xwe ber bi arasteya pêşketinê biguherîne, wê demê bi biryara komî navê Talîbanê ji lîsteya terorê derxînin.

Rûsya ji sala 2003an ve navê Talîbanê xistiye nav lîsteya terorê, lê belê heta niha çendîn car ligel nûnerên tevgerê gotûbêj kirine.

Ji duh ve li Bruksela paytexta Belçîkayê civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê dest pê kiriye, ku mijara sereke rewşa Efxanistanê ye.

Îro 22ê Cotmeha 2021ê civînên NATOyê li Brukselê didomin.