Iraq: Serkirdeyekî DAIŞê li Enbarê hat kuştin

Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; hêzên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rûbirûyî hejmarek çekdarên DAIŞê bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; hêzên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rûbirûyî hejmarek çekdarên DAIŞê bûne.

Di daxuyaniyekê de Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; hêzên serbazî li rojavayê parêzgeha Enbarê êrîş kirine ser pêgeheke DAIŞê.

Herwiha eşkere kir ku di vê êrîşê de Usame Mewla, alîkarê ewlehiyê yê berpirsê Rûtbe yê DAIŞê Şakir Mehmûd, hat kuştin.

Hêzên Hevbeş ragihand ku hêzeke din a iraqî kariye malbateke DAIŞê li parêzgeha Neynewa desteser bikin, ku ji Sûriyê ve ber bi aliyê Neîm ê ser bi bajarokê Rebîe ve hatibûn.

Hat eşkerekirin ku ew malbat ji 7 kesan pêk tê û radestî aliyên pêwendîdar hatine kirin, da ku derbarê wan de lêpirsîn were kirin.

Usame Mewla