Li Efrînê çekdaran du jinên Kurd revandin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên ser bi Tirkiyê du jinên Kurd revandin.
Hejmarek çekdar li Efînê, wêne: arşîv
Hejmarek çekdar li Efînê, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên ser bi Tirkiyê du jinên Kurd revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand: Çekdarên tundrew du jinên bi navên Mizgîn Mihemed a temen 28 salî û Sozan Fazil a temen 33 salî li gundê Birîmce ya Efrînê revandine û ber bi cîhekî nediyar ve birine.

Li gor heman çavkaniyê çekdarên ser bi Tirkiyê telefonên wan jinan ji wan standine û rê nadin peywendiyê bi merivên xwe re pêk bînin û diyar kir: “Tirs heye ku ew du jin bên îşkencekirin û wek piraniya girtiyên din bên winda kirin.”