Rêzefîlmê Erebî yê behsa karesata Kurdên Êzidî dike li Hewlêrê tê kişandin

Kişandina dîmenên rêzefîlma "Şeva Ketinê" êdî ber bi dawîbûnê ve diçe.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Kişandina dîmenên rêzefîlma "Şeva Ketinê" êdî ber bi dawîbûnê ve diçe û bêhtirî 150 aktorên rêzefîlmê yên ji welatên Erebî ku tê de Kurd jî hene, beşdar dibin. Dîmenên vê rêzefîlmê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatine kişandin.

Di rêzefîlmê de rola hêzên Pêşmerge li hemberî çekdarên DAIŞê diyar dibe û aktorên herî navdar ên welatên Erebî tê de beşdar in, ku çawa Pêşmergeyê Kurdistanê rêya Mûsilê vedikin û Şingalê rizgar dikin û xelkê navçeyê diparêzin.

Tomarkirina dîmenan li cihên cuda cuda tê bicihanîn û êş û janên xelkê navçeyê, bi taybetî jî awarebûna Kurdên Êzidî, di rêzefîlmê de tê dîtin.

Aktorê navdar ê Sûrî Basim Yaqûr ku yek ji wan aktorên xwedî rola sereke ye, ji K24ê re diyar kir: “Komkujiya ku çekdarên DAIŞê pêk aniye, weke pêwîst beriya niha di rêzefîlman de nehatiye qalkirin, lê di vê rêzefîlmê de baş diyar dibe, karekî mezin li ser hatiye kirin, êş û janên xelkê navçeyê diyar dibin, ya baş karekî hevbeş e li ser asta welatên Erebî. Ez kêfxweş im ku ev kar li Hewlêr û Herêma Kurdistanê tê tomarkirin, ez dixwazim spasiya hemû aliyên ku alîkariya me kirin, bikim û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê wê, cihê spasiyê ye.”

Hikmet Dawud ku dîzaynerê cilûbergan e û ji Rojavayê Kurdistanê ye, diyar dike: “Ev cara yekemîn e ku li axa Kurdistanê em rêzefîlmeke wisa mezin çêdikin. Rêzefîlmeke girîng e û gelek starên Sûrî tê de ne, gelek starên Misrê tê de ne, gelek starên Iraqê tê de ne, xort û keçên me yên Hewlêrê tê de kar dikin. Zehmetiya ku hat serê Kurdan û serê Êzidiyan, divê miletê Ereb bizanin ku çi bi serê wan de hat.”

Bi sedan fîguran û aktor û hunermend di vê rêzefîlmê de xwedî rol in. Rêzefîlma "Şeva Ketinê" ji 30 xelekan pêk tê û di meha Remezana bê de bi zimanê Erebî dê were weşandin.