Zêdetir ji milyonek lîtir benzîn digihe Herêma Kurdistanê

Piştî rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, zêdetir ji milyon lîtir binzîn digihe Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, piştî rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hewlên Wezareta Samanên Xwezayî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna benzînê, zêdetir ji milyon lîtir binzîn digihe Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, îro 24/10/2021ê, biqasî (540) hezar lîtir benzîn digihe westgehên her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê û di du rojên bê de jî, ev tebab dê du qatan zêde bibe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, pirsgirêka sotemeniyê ne tenê li Herêma Kurdistanê heye, lê belê ev pirsgirêk rûbirûyî hemû cîhanê bûye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xemsarî nekiriye û welatiyan piştrast dike ku her hewlekê dide û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê berdewam e.