Sê bajarên Bakur berhemên xwe li Enqerê dan nasîn

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê sê bajarên bakurê Kurdistanê Qers, Îdir û Erdexan ku bi berhemên xwe yên xumalî navûdeng in li Enqerê bi pêşangehekê tên danasîn. Pêşangeka ku ji ber vîrûsa koronayê piştî sal û nîvan hate vekirin de ev her sê bajarên bakur bi her awayî tên danasîn. Beşdarên pêşangehî bi danasîna bajarên xwe serdêr jî bi tehmkirina cêjin van bajaran xweşhal in.

Penîrê Qeşar, nivişk û Penêrê gravyer yê ku li Tirkiye tenê Qersê tê hilberandin, mişmiş û xurmeyên bajarê Îdirê, hişke tû, bastîq, benî û bi dehan xurekên hişkkirî yên bajarê Erdexanê û hingivê li çiyayên van her sê bajarên bakurê Kurdistanê tên hilberandin li Enqera paytexta Tirkiyê di pêşangehekê de bi hev re tên danasîn. Di pêşangeha ku ji ber veyrosa koronayê ev nêzî du sal bûn nedihate kirin de Li Îdir, Qers û Erdexanê bi sedan hilberîner û kompanye bi berhemên xumalî yên van bajaran beşdarî pêşangehê bûne.

Caner Ozyilmazê ku ev sê nifş in li Qersê karê hilberîna penîrê qeşar û yê gravyer dike. liv ê pêşangehê penîrên ku bixwe hildiberîne pşkeşî Enqereyîyan dike.

Beşdarê Pêşangehê Caner Ozyilmaz got: “Qers li Bakur bajarekî kultûrî ye. Li bajarê me penîrê qedîm ku Cîhanê tenê li Qers û siwêdê tê hilberîna penîrê Gravyer li vê derê em didin danasîn. Li gel vê yekê penîrê Qeşar û nivîşka temamî sirûştî jî em difiroşin. Kîloya qeşarê 65 lîre ya penîrê gravyer jî 130 lîre ye.”

Berhem û xurekên hişkkirî yên Idîr û Erdexenê jî bi saya hilberîner Nurettîn Ozer liv ê pêşangehê tên danasîn.

Beşdarê Pêşangehê Nurettîn Ozerk dibêje: “Mişmişa Îdirê gellek bi nav û deng e û niha em li vê derê difiroşin. Li gel vê yekê tû û hijîrên hişkkirî yên Erdexanê, xurme û sincîrên li van her du bajaran tên hilberandin li vê pêşangehê tên danasîn û firotin. Lê li gorî salên borî îsal beşdariya walatiyan kêm e.”

Welatiyên ku ji derveyî Enqere bo vê pêşangehê hatina û yên bi salan neçûne welatê xwe herçiqas ji nirhê berheman nerazî bin jî piştî nêzû du salan destpêkirina danasîna bajarên rengîn keyfxweş in.

Welatî Onur Çamli got: “Ez xelkê Qamuşanê me lê belê ev bi salane ez neçûme Qersê û bi salane li Enqerê dijîm. Ev pêşangeh derfeteke gellek mezin dide me ku em hesreta welatê xwe li vê derê hindik be jî kêm bikin. Lê gorî salên borî nirxê penîran yê hingiv û xurekan zêde bûye.”

Welatî Yaşar Namlî diyar kir: “Em tevahiya pêşangehê geriyan tehm û çêja xurekan gellek xweş bû. Ez ji Rîzê ji bo vê pêşangehê hatim. Piştî sal û nîvekê pêşangeheke wiha em keyfxweş kirin. Lê belê nirxê berheman jî evqas zêde neba dê gellek baş bûna. Me tenê tehm kirê û em derdikevin.”

Di vê pêşangeha ku dê heta 24ê Cotmehê berdewam bike de xwarin, ecîn û şêranîyên xumalî yên van sê bajarên bakurê Kurdistanê jî di pêşangehê de pêşkeşî serdêran tê kirin.