Liverpool bi pênc golan Manchester United şaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool, Manchester United bi pênc golan têk bir û Salah “hat trick”eke dîrokî tomar dike.

Di gera nehemîn a Premier League de, şeva borî Manchester United li stadiuma Old Trafford mêvandariya Liverpool û bi 5 golan têk çû.

Naby Keita di xuleka (5), Diogo Jota di xuleka (13) de û Strêrê Liverpool Mohamed Salah ê Misrî (3) got (hat trick) di xulekên (38, 45+5 û 50) de golên Liverpool tomar kirin.

Bi vê serkfetina mezin, Liverpool bi (21) puanan di rêza duyem li pişt Chelsea di rêzbendiya Premier League de cih girt. Manchester United jî bi 14 puanan di rêza nehemîn de ma.

Salah di vê lîstikê de gelek rekor şikandin ku bi van (3) golên xwe, di Lîga Premier a Îngiltrayê de kirin (107) û bû golkarê herî baş ê Afrîkî di dîroka vê pêşbirkê.