Qerejdax dibe yek ji navendên geştiyariyê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Diyarbekir bo danasîna teybetmendiyên Qerejdaxê organîzasyonek li dar xist. Di organîzasyonê de geştê baysikilê hat kirin û meşa xwezayê hat li darxistin. Parêzgarê Diyarbekir di geştê de bal kêşand ku Qerejdax yek ji mezintirîn jeoparkan e û wek çiyayek volkanîk a temirî dê bala gelek geştiyaran bikêşe.

Qerejdaxa ku dikeve nava sînorên Diyarbekir, Ruha û Mêrdînê ku yek ji çiyayên volkanîk ên temirî ne, bala geştiyaran dikêşe û di vê çarçoveyê de Geşta Rêya Lavê ya Qerejdaxê ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekir ve hat li dar xistin. Organîzasyon bi geşta xwezayê bi pêşengiya Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû dest pê kir û beşdar di nava lavê ku 100 hezar sal berê temirî ne meşiyan. Lavên ku ji Çiyayê Qerejdaxê derketine û herikîne, heta 120 kîlometreyî belav bûne û di erdnîgariya ku lav lê geriyane şikeftên volkanîk jî çêbune ku Parêzgarê Diyarbekir di Şikefta Volkanîk a Qerejdaxê de behsa girîngiya Qerejdaxê kir.

Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû got: “Qerejdax di Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê de di navbera bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Rûhayê de cih digire. Ji bo ku wek Jeopark were pejirandin me bi rêya Wezareta Karên Derve serî li UNESCOyê daye û eger were pesendkirin dê bikeve nava lîsteya Jeoparkên navneteweyî de û dê ji gelek welatan geştiyar berê xwe bidin qerejdaxê.”

Geşta Qerejdaxê Ya Rêya Lavê ji aliyê welatiyên li gundên derdora Qerejdaxê dijîne ve jî rastî eleqeyeke baş hat û welatîyan bi keyfxweşî pêşwaziya danasîna Qerejdaxê kirin. Muxtarê Gundê Kanîpehnê Mehmet Saît Gulser jî amaje kir ku danasîna teybetmendiyên Qerejdaxê dê sûdê bide gundên derdora Qerejdaxê jî.

Muxtarê Gundê Qenîpehnê Mehmet Saît Gulser dibêje: “Ev herêma me gelek nedihat nasîn. Ji ber vê yekê jî danasîna herêma me gelek baş e. Kevirên me şûnwarên me bêxwedî bûn, ji bo aboriya me jî dê gelek baş be ku teybetmendiyên Qerejdaxê derkevin holê.”

Di çarçoveya Geşta Rêya Lavê Ya Qerejdaxê de komeleyên werzîşên xwezayî jî bi baysikilên xwe geştek la dar xistin û bang kirin ku Qerejdax bo werzîşên xwezayî yên wek çiyagerî, baysikilsiwarîyê gelek guncav e û bo wênekêşiyê jî dîmenên bê hempa hene ku dê di salên pêşî de ji gelek welatan wênekêş jî berê xwe bidin Qerejdaxê.