Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û serkeftina kandîdên PDKê li Serok Barzanî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û serkeftina kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya xwast ku encamên bibe sedema aramiya Iraqê û rastbûna proseya siyasî.

Balyozê Amerîka li Iraqê tekezî li wê jî kir, hevbeşiya welatê wî ligel Herêma Kurdistanê stratejî ye û alîkar e ji bo aramiya Iraq û navçeyê.

Her di wê civînê de, guftûgo derbarê qonaxa piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin kirin û tekezî li ser berçavgirtina perenspên hevbeşiya rasteqîne hate kirin.

Rewşa Sûriyê û gefên terorê li ser asta Iraq û navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.