Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Hîndistanê li Iraqê kir

Her du alî xwazyarê pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hîndistanê de bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Hîndistanê li Iraqê Prashant Pessi li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hîndistanê li Hewlêrê Subhash Kain amade bû, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê, bi taybet piştî serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hîndistanê hatin guftûgokirin.

Her du alî xwazyarê pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hîndistanê de û firehkirina pêwendî û hevhangiyên dualî bûn, bi taybet di warên bazirganî, kulturî û weberhênanê de.