Li Herêma Kurdistanê 1002 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1002 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1002 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1002 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 433 kes li Hewlêrê, 179 kes li Silêmaniyê, 280 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 35 kes li Helebceyê û 66 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1393 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 480 kes li Hewlêrê, 539 kes li Silêmaniyê, 324 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 357313

Mirin: 6308

Başbûn: 335858

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.