Li Almanyayê jineke DAIŞî bi tawana kuştina zarokeke Êzdî hat dadgehîkirin

Dadgeha bajarê Munchenê yê Almanyayê îro duşemê cezayê 10 sal girtîgehê da jineke Almanî ya hevjîna çekdarekî DAIŞê.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha bajarê Munchenê yê Almanyayê îro duşemê cezayê 10 sal girtîgehê da jineke Almanî ya hevjîna çekdarekî DAIŞê, bi tawana ku hiştiye zarokeke keç a Kurda Êzdî ya 5 salî li ber tavê ji tînan bimire.

Dozgerê Giştî yê Almanyayê dibêje, Wenisch û hevjînê xwe yê endamê DAIŞê, di sala 2015an de jin û zarokekr Êzdî ku di êrîşa DAIŞê de li Mûsilê hatibûn dîlgirtin, weke “kole” kirîbûn.

Dozger diyar kiriye ku “piştî keçik nexweş ketiye û doşeka xwe ter kiriye, hevjînê tometbarê weke cezayekê ew li derve girê daye û hiştiye zaroka Kurd a Êzdî li ber germê û ji tînan bimire”.

Herwiha destnîşan kiriye ku çekdarê DAIŞê ew kar kiriye, lê belê “hevjîna wî Jennifer Wenisch hiştiye ku ew wê yekê bike û ti hewlek nedaye ku keçikê rizgar bike”.

Di civîna xwe ya îro de, Dadgeha Bilind a Munchenê biryar da ku cezayê 10 sal zindanê bi ser Jennifer Wenisch endama rêxistina DAIŞê û hevjîna çekdarekî wê rêxistinê de bê sepandin.

Dadgehê biryar da ku Jennifer Wenisch di du tawanên dijî mirovahiyê de beşdar bûye, ya yekem “rola wê di bikolekirina keça 5 salî ya Kurda Êzdî de hebûye û di kuştina wê zarokê de hander an alîkar bûye” û ya duyem di “endama rêxistineke terorîstî bûye.”

Taha El Cemîlî hevjînê Jennifer Wenisch çekdarê DAIŞê ye û biryar e di dawiya meha bê de li Frakfurtê bê dadgehîkirin.

Navê wê zaroka 5 salî ya Kurda Êzdî ku ji tînan li ber tavê di bin îşkenceya çekdarê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da, Nûre bûye.

Jennifer Wenisch di dema vegera bo Iraqê de hewl daye derbasî Sûriyê bibe û hatiye desteserkirin û di sala 2018an de radestî Almanyayê hatiye kirin.