Wezareta Pêşmerge: Pêwendiyên navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê hat gotûbêjkirin

"Pêngavên proseya çaksaziyê hatin gotûbêjkirin."

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand; Serokerkanê Wezareta Pêşmerge bi amadebûna Rêveberiya Hemahengî û Pêwendiyên Wezaretê, pêşwazî li Şêwirmedê Bilind ê Hêzên Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê û şanda pê re kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand; di civînê de pêngavên proseya çaksaziyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser cîbicîkirin û pêkanîna proseyê hat kirin, ku bi alîkariya welatên Hevpeyman û piştevaniya Hikûmeta Herêmê tê encamdan.

Herwiha eşkere kir ku behsa pêşvebirin û girîngîdana zêdetir a pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan hat kirin, her du aliyan tekezî li ser berdewamkirina şerê dijî terorê kirin.

Wezaretê diyar kir ku pêwendiyên navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û artêşa Iraqê hat gotûbêjkirin, li ser çawaniya pêkanîn û cîgirkirina wan du lîwayên hevbeş, ku biryar li ser hatiye dayîn erkê wan parastina aramî û asayîşa deverên ku dikevin navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Dîmenek ji civînê