Erdogan daxuyaniya balyozxaneya Amerîka û welatên din erênî dibîne

Krîza derkirina balyozên deh welatan ji Tirkiyê gihişt asteke nû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Krîza derkirina balyozên deh welatan ji Tirkiyê gihişt asteke nû. Balyozxaneya Amerîka da zanîn, ew pabendî peymana Vienne ne ku destêwerdana karên navxweyî yên welatan de nakin. Derveyî Almanya û Fransayê, balyozên heft welatên din jî tevlî daxuyaniya Amerîka bûn. Serokomariya Tirkiye daxuyaniya dawî ya balyozan bi erênî pêşwazî dike. Li gor medya cîhanî, Erdogan rêyeke nederkirina balyozan digere.

Rojnameya Bloombergê ji çavkaniyên Serokomariya Tirkiye da xuyakirin, Enqere dixwaze ji biryara derkirina balyozan şûnde gav bavêje û ji bo vê jî rêyan digere.

Li ser pêşhatan, Balyozxaneya Amerîka li Enqereyê da xuyakirin, derbarî pêwendiyên dîplomasîyê de, pabendî Peymana Vîenna ne û destêwerdana karên navxweyî yên tu welatek nakin. Derveyî balyozxaneyên Almanya û Fransayê, balyozxaneyên 7 welatên ku daxwaza azadkirina Osman Kavala kiribûn, twîta balyozxaneya Amerîka parve kirin.

Ajansa Anadoluyê dide zanîn, Serokomariya Tirkiyeyê ji helwesta dawî ya Balyozê Amerîka û 7 welatên din kêfxweş e ku wek paşde gavavêtinê dinirxînin.

Rayedarên Fransaye dan zanîn, derbarî derkirina balyozê wan de ti belgeyek fermî negihiştiye destê wan.

Li gor amaran, Tirkiye sala 2021 herî zêde bi Almanya û Amerîkayê re bazirganî kiriye ku sedî 15’ê hinardeya hemû Tirkiye ye. Her wiha asta bazirganiya Tirkiyeyê bi Hollanda û Fransayê re jî gelek bilind e di warê hawirdeyê de Hollanda di serî de tê. aliyên siyasî dibêjin, eger wek Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan gotiye, balyoz werin derkirin, dê aboriya Tirkiyeyê bi şikestineke mezin re rûbirû bimîne.