Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûdanê de dicive

Li Sûdanê xwepêşandan li dijî derbeyê berdewam in û Encûmena Asayişa Navdewletî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Sûdaniyan xwepêşandanên xwe li dijî derbeya leşkerî berdewam kirin, Encûmena Asayişa Navdewletî jî bi awayekî awarte dicive.

Tevî kuştina 3 kesan û birîndarbûna bi dehan kesan li Xartûmê, xwenîşandanên Sûdaniyên ku kontrola artêşê ji desthilatdariyê re red dikin, berdewam bûn.

Serokê Encumena Serweriyê Ebdulfetah El-Burhan rewşa awarte ragihand, Encûmena Serweriyê û Wezîran hilweşand, karê bi hin xalên destûrê rawestand û soz da ku ew ê hikûmeteke nû ava bike.

Girtina serkirdeyên siyasî û partiyan û di serî de Serokwezîr Ebdulla Hemdok, ji aliyê partiyên hikûmeta hilweşiyayî û hêzên siyasî ve hat redkirin û bi banga mangirtina sivîl û xwepêşandanên nerzaîbûnê kirin.

Komîteya Bijîşkên Sûdanê ya Navendî ragihand, di xwepêşandanên duhî êvarê de, 3 kes ji aliyê hêzên derbeya leşkerî hatin kuştin û zêdetir ji 80 kesî jî birîndar bûn.

Derbarê rewşa Sûdanê de, li ser daxwaza Brîtanya, Îrlanda, Norwêc, Amerîka, Estonya û Fransa, Encûmena Asayişa Navdewletî îro rûniştineke awarta ya girtî girê dide.

Ji aliyekî din ve, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî Michelle Bachelet derbeya li Sûdanê şermezar kir û hişyarî ji têkçûna rewşê da.

Bachelet banga berdana Serokwezîr Ebdalla Hamdok û rayedarên hikûmetê û serokên siyasî kir. Her wiha ji desthilatdarên leşkerî xwast ku nakokiyan bi riya diyalog û danûstandinan çareser bikin.