Pêşangeha pirtûkan a Enqerê bêyî beşdariya weşanxaneyên Kurdî hate vekirin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan ku ji ber vîrûsa Koronayê her dihate betalkirin, piştî nêzî du salan li Enqera paytexta Tirkiyê tê lidarxistin. Pêşangeha ku wet weşanxane û pirtûkeke Kurdî tê de cih nagre nêzî 300 weşanxane tê de cih digrin. Xwediyê weşanxaneyan bi çendîn sedeman dibêjin êdî eleqeya xwendevanan bo va pêşangehan kêm bûye. Xwendevan jî li gorî piyaseya bi erzanî kirîna pirtûkan keyfxweş in.

Li Enqera paytexta Tirkiyê piştî du salan pêşangeha navdewletî ya pirtûkan tê lidarxistin. Ev pêşangeha ku nêzî 300 weşanxaneyên biyanî û Tirkiyê beşdar bûne qet weşanxaneyeke Kurdî beşdarî tê de nekiriye û tu pirtûkên Kurdî jî nayên firotin. 16emîn pêşangeha ku herî dawî di sala 2019an de hatibû li darxistin de li gorî salên borî beşdarî û eleqeya xwîneran kêm e. Derbarê kêmbûna eleqeya welatiyan de xwediyên weşanxaneyan sê sedemên sereke nîşan didin û dibêjin êdî hêdî hêdî hejmara pêşangehên waha jî dê kêm bibe.

Xwediya Weşanxaneya Siya, Cansu Yalçin ji K24ê re got: “Her çiqas pêşangeh webibe jî bandora weyrosê didome. Gel ditirse bê cihên girtî ji ber vê çendê beşdarî li gorî salên borî gellek kêm bûye. Li gel vê yekê êdî welatî berê xwe didin danûstandina onlîne ji loma jî eleqeya bo van pêşangehan sal bi sal kêm dibe.”

Berpirsê Weşanxaneya Tûbîtak, Bîlal Gûrelîk dibêje: “Ji ber veyrosa koronayê gel ne dikarî bi hêsanî xwe bigihîne pirtûkan. Lê îro pêşangeha pirtûkan webûye vê carê jî xwîner naxwazin pere ji bo pirtûkan xerc bikin. Ji ber vê çendê jî firotina pirtûkan ya rû bi rû cihê xwe ji bo firotna online dihêle. Dibe ku demeke nêz de ve pêşangeh jî neyên kirin.”

Beramberî vê yekê di salên dawî de eleqeya bo kevnefiroşên pirtûkan jî zêde bûye.Ji ber ku pirtûkên çapa wan tune e û yên qedexekirî êdî tenê li ber destê wan hene.

Kevnefiroşê Pirtûkan Murat Dogan diyar dike: “Kesên ku dizanin li kevnefiroşan pirtûkên erzan hene berê xwe didin standên me. Pirtûkên ku di piyaseyê de 25 lîre tên firotin em bi 10 lîre difiroşin. Herwiha pirtûkên çapa wan nîne û yên qedexekirî tenê li ber destê me hene ji loma jî xwîner berê xwe didin dikanên me.”

Ev pêşangeha ku di her waran de bi sedhezaran pirtûk ji bo xwîneran hatine amadekirin de xwendekar û xwînerên berê xwe dane vê pêşangehê ji rewşê keyfxweş in.

Ev pêşangeha navdewletî ya ku dê heta destpêka meha Mijdarê wekirî bimîne ji bo kevnefiroşên pirtûkn jî qadeke berfireh hatiye avakirin û kesên ku nikarin derfeta pirtûkên nû bikirin jî berê xwe didin van standên pirtûkên kevn.