Mesrûr Barzanî û Balyozê Amerîka dawî pêşhatên Iraq û navçeyê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û guhartinên Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka hatin kirin.

Balyozê Amerîka li Iraqê, pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijatinên Encûmena Nûneran a Iraqê li serokwezîr kir û piştevaniya Amerîka ji bo Iraqeke federalî û xwedî serwerî dupat kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîka kir û tekezî li girîngiya pêkanîna hikûmeteke giştgîr kir ku maf û xwastekên hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî jî bi awayekî rîşeyî û li ser bingeha destûrê çareser bike.