Li Hewlêrê dayîkekê 6 zarok bi hev re anîn

Li Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê dayîkekê bi carekê 6 zarok anîn.

Hewlêr (K24) – Li Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê dayîkekê bi carekê 6 zarok anîn.

Li ser rûpela Bijîşkên Kurdistanê hat belavkirin ku Ragihandina Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê diyar kiriye; ew 6 zarok bi awayekî siruştî û bi 24-25 hefteyî jidayîk bûne û 5 kur û keçek e.

Hat diyarkirin ku ji ber zû jidayîkbûnê û kêmbûna kêşa wan, zarok niha di bin çavdêriya hûr de ne.

Herwiha Rêveberiya Nexweşxaneyê destxweşî li bijîşk û stafa beşa jidayîkbûnê û beşa zarokan kiriye.