Li Parlamentoya Tirkiyê tezkereya Iraq û Sûriyê hat qebûlkirin

Tezkereya ku rê dide arteşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê operasyonên serbazî pêk bîne, ji bo du salên din hat dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Tezkereya ku rê dide arteşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê operasyonên serbazî pêk bîne, ji bo dirêjkirina 2 salan, li Parlamentoya Tirkiyê deng li ser hat dayîn. Tezkere bi piraniya dengan hat dirêjkirin.

Îro sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Parlamentoya Tirkiyê tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya derbarê nûkirina mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê de dengdan li ser hat kirin.

Tezkere bi piraniya dengan hat qebûlkirin. AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê ji bo tezkereyê dengê tezkereyê dengê "erê" bikar anîn. CHP û HDP li dijî tezkereyê derketin.

Mustafa Yeneroglu ku yekane parlamenterê Partiya DEVA ye li Parlamentoya Tirkiyê ragihadibû ku ew dê piştgirî bide tezkereya dirêjkirina dema operasyonên derveyî sînor.