Şanda Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bo pêkanîna hêzên hevbeş civiyan

Li ser mekanîzmaya pêkanîna du lîwayên hevbeş ji bo kontrolkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civiyan.

Hewlêr (K24) – Şanda Bilind a Hemahengiya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevbeş ên Iraqê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê li ser mekanîzmaya pêkanîna du lîwayên hevbeş ji bo kontrolkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civiyan.

Îro sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê, Şanda Bilind a Hemahengiya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Serokerkan Cemal Mihemed û Şanda Bilind a Hêzên Hevbeş ên Iraqê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr El Şemerî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê civiyan.

Di civînê de ku bi amadebûna hêzên Hevpeymanan birêve çû, behsa pêngavên herî dawî yên damezrandina du lîwayên hevbeş hat kirin di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê de, ku erkê van du lîwayan tijekirin û encamdana operasyonên serbazî ye li wan deverên ku valahiya ewlehiyê heye di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, herwiha behsa birêveçûna karên wan ên binkeyên hemahengiya hevbeş di navbera herdu aliyan de hate kirin.

Di beşeke din a civînê de serkeftina proseya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û serkeftina plana asayîşa hilbijartinan hat gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve hêzên Hevpeymanan soz da, ku berdewam dibin di piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de, bi taybetî ji bo damezrandina du lîwayên hevbeş.

Di dawiya civînê de her du aliyan tekezî li berdewamiya hemahengî û karê hevbeş di navbera wan de kirine.