Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî 3 mijarên girîng gotûbêj dike

Yek ji mijaran, babeta giranbûna nirxê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 27/10/2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Li gor daxuyaniya Fermangha Medya û Zanyariyan, biryar e di vê civînê de guftûgo li ser van babetên li jêr werin kirin:

Yekem: Pêşkêşkirina raporta Wezareta Eliktirîkê ya derbarê pêngav û projeyên wezaretê yên di warê rêkxistina sektora eliktirîka niştimanî û projeyên  taybet ên hevbeş bi sektora taybet re di qonaxên dabeşkirin, veguhastin û komkirina dahatên eliktirîkê de.

Duyem: Pêşkêşkirina raporta Wezareta Tendirustiyê ya derbarê dawî amarên pandemiya Koronayê li Herêma Kurdistanê, rêjeya vaksînkirina welatiyan, ligel pêşkêşkirina dawî biryarên civîna Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê.

Sêyem: Pêşkêşkirina babeta giranbûna nirxê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê û dawî hewlên Wezareta Samanên Xwezayî yên ji bo çareserkirina vê babetê û hevahengiyên wê ligel Wezareta Petrolê ya Federal di vî warî de.